Ez nizanim şirîkê patronê me ye, yan patronê patronê me ye, çî ye? Berpirsîyarekî malpera me heye; General Îhsan Turkmen Paşa! Ev Generalê me, meha bori, him jî tam roja 27 ê Nîsanê, bi navê ‘Hinek kêmtir siyaset!’ e-muhtirayek li kuncika xwe de weşand!
Guhên guran nîşanê me dide. Dîwaro ji te ra dibêjim, bûkê tu famke! Yanê, ji me ra dibeje; ‘edi bes e! Çîye hun hema ser sîyasetê dinivîsînin! Hinek jî li ser tiştên din binivîsin!’





























